Em rêhevalê xwe Ferhad Efrîn bi rêzdarî bi bîr tînin

 

Ji çapemenî û raya giştî re

Li roja 16ê Kanûnê rêhevalê me Ferhad Efrîn li Helebê di encama qrîza dil de şehîd ket.

Hevrê Ferhad, ji destpêka şoreşa Rojava heta kêliya dawî bi sekna xwe ya têkoşer, di têkoşîna me de roleke girîng lîst. Li hember her cure tehekûm û paşverûtiyê bi hêrs û kîneke mezin sekinî û tu caran ji têkoşînê paşve gav neavêt. Hevrê Ferhad di nava refên têkoşînê de erkên ku diketin ser milên wî, bi biryardariyeke mezin bi cih anî û tev li karwanê şehîdan bû.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Ferhad Efrîn

Nav û Paşnav: Hisên Îbiş

Navê Dayikê: Fehîma

Navê Bav: Remedan

Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb / 16 Kanûn 2020

Em di şexsê rêheval Ferhad Efrîn de tevahî şehîdên leheng bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG

17 Kanûn 2020