Em 8 rêhevalên xwe yên di dîrokên cuda de gihîştine şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin


Ji çapemeni û raya giştî re


Gelê me ji bo jiyaneke azad û demokratîk têkoşîneke bêhempa derxist holê. Ji destpêka şoreşa Rojava heta roja îro, têkoşîna ku li hember hêzên paşverû û dagirker yên ku dijminê mirovahiyê ne, hat meşandin ji bo hemû gelên cihanê bû mînakek bêhempa. Di vê têkoşînê de qehremantiyên pir mezin û dîrokî derketin holê û bi hezaran keç û xortên vê welatê ji bo azadiya mirovahiyê xwe feda kirin û ji bo pêşeroja mirovahiyê bûn ronahî. Ev ronahiye ku îro ji her demê zêdetir rêya me ronî dike û di têkoşîna me ya li hemberî paşverûti û dagirkeriyê de, moral û hêzek pir mezin dide me. Em deyndarê wan şehîdên xwe yên leheng in û em ê ji bo xeyal û armanca wan bibe heqîqet heta dawiyê bi biryardariyek mezin di nav têkoşinê de bibin.

Li sala 2014, êrişên çeteyên DAIŞê li hember gelê me di astek bilind de bû. Li hember wan êrîşan li her derê gelê me û şervanên me di nav têkoşînê de bûn. Li gundewarên Helebê, çeteyên DAIŞê bi hemû rêbazên dermirovahî êriş û qetlîaman li hember gelan didan meşandin û li hember vê jî berxwedaniyek mezin derketibû holê. Rêhevalên me, Ehmed Elhesen, Ehmed Xidro, Şaban Îbrahîm, Elî Elhilo, Mihemed Elî Elbişar, Mustafa Mehmud û Beşar Qasim di vê berxwedaniyê de gihiştin asta şehadetê.

Herwiha rêhevalê me Karwan Efrîn li dîroka 02 Çile 2021 di encama qezayekî de gihişt asta şehadetê. Em wan şêhîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin, ji malbatê wan û hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

 

Nasnameyên 8 rêhevalên me yên şehîd wiha ne;



Nasnav:
Karwan Efrîn

Nav û Paşnav: Hemnî Îhsanî

Navê Dayikê: Hajer

Navê Bav: Kawa

Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb / 02 Çile 2021

 

Nav û Paşnav: Ehmed Elhesen

Navê Dayikê: Nûriye

Navê Bav: Zekeriya

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundewarê Heleb / 2014

 

Nav û Paşnav: Ehmed Xidro

Navê Dayikê: Melîha

Navê Bav: Hesen

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundewarê Heleb / 2014

 

Nav û Paşnav: Şaban Îbrahîm

Navê Dayikê: Eyuş

Navê Bav: Ehmed

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundewarê Heleb / 2014

 

Nav û Paşnav: Elî Elhilo

Navê Dayikê: Behiye

Navê Bav: Mihemed

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundewarê Heleb / 2014

 

Nav û Paşnav: Mihemed Elî Elbişar

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Hesen

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundewarê Heleb / 2014

 

Nav û Paşnav: Mustafa Mehmud

Navê Dayikê: Zeyno

Navê Bav: Welîd

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundewarê Heleb / 2014

 

Nav û Paşnav: Beşar Qasim

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundewarê Heleb / 2014


Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10 Çile 2021