Em rêhevalê xwe Tekoşer Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin


Ji çapemenî û raya giştî re!


Rêhevalê me Tekoşer Efrîn, di dîroka 12 Kanûn 2020’an de li bajarê Helebê şehîd bû.

Rêheval Tekoşêr ê ku di sala 2018an de di Berxwedana Serdemê de bi giranî brîndar bûbû, di pêvajoya tedawiya xwe de şehîd ket.

Heval Tekoşer di nav malbateke welatparêz de, li Efrînê ji dayîk bûbû. Rêheval Têkoşer di dirêjahiya zarokatî û ciwaniya xwe de bi hestên welatperweriyê ên ku bi pêşketina têkoşîna azadiyê bilind bûbûn, mezin dibû. Rêheval Tekoşer di demek nêz de di nav refên têkoşînê de cîhê xwe girt û di parastina welatê xwe de cîh girt. Hevrê Tekoşer, di Berxwedana Serdemê a li dijî dagirkeriyê bi awayek çalak cihê xwe girt. Bi sekn, tevlîbûn û biryardariya xwe, her tim temsîliyeta xeta mîlîtaniyê raber kir.

Rêheval Tekoşer piştî du salan a tekoşîna xwe ya li hember brindariyê, di dîroka 12ê Kanûnê de di dema emeliyatê de şehîd ket. Em di şexsê şehîd Tekoşer de hemû şehîdên Berxwedana Serdemê û têkoşîna azadiyê bi bîr tînin. Em ji malbata şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Tekoşer Efrîn

Nav û Paşnav: Xalid Murad

Navê Dayikê: Nebiye

Navê Bav: Hisên

Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb  / 12 Kanûn 2020


Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14 Kanûn 2020