Ji çapemenî û raya giştî re
Hevalê me Brusk Botan li roja 2ê Çileya 2022 an de li Hesekê di encama qezaya perwerdehiyê de gihişt şehadetê.
Heval Brusk di demek ku têkoşîna azadiyê li Rojavayê Kurdistanê pêş diket de tevli refên me bû. Bi taybetmeniyên xwe yên fedakar û kedkar dihat nasîn. Di her kêliya jiyanê de ev sekna xwe parast û heta kêliya dawî ya jiyana xwe bi coşeke mezin tevli kar û xebatên şoreşê bû û erkên xwe bi azweriyek mezin bi cîh anî.
Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Brusk Botan
Nav û paşnav: Fuat Azrak
Navê dayik: Ayşe
Navê bav: Emin
Cîh û dîroka şehadetê: Hesekê | 02 Çile 2022
Em di şexsê Şehîd Brusk de tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin, ji malbata şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 06 Çile 2022