Em rêhevalê xwe Agir Efrîn birêzdarî bibîr tînin

Ji çapemenî û raya giştî re

Rêhevalê me Agir Efrîn li roja 23ê Kanunê di encama nexweşiyê de gihişt şehadetê. Rêheval Agir li Efrînê di nav malbatek welatparêz de ji dayîk bû. Piştê ku Efrîn hat dagirkirin wekî ciwanek birûmet ji bo rizgarkirina Efrînê, ji bo ku ji dagirkeriyê tolê bistîne tevlî refên me bû. Ew hêrsa mezin ya ku li hember dagirkeran hîs dikir, roj bi roj di nav raman û hestên rêheval Agir de mezin dibûn û vê yekê di kesayeta xwe de zivirand hêza şoreşgeriyê. Heta kêliya dawî ya jiyana xwe xwedî li erk û berpirsiyartiyên xwe derket.

Nasnameyê hevalê me yê şehîd wiha ye:

 

 

Nasnav: Agir Efrîn

Nav û Paşnav: Mihemed Ebdilrehman

Navê dayik: Fîdan

Navê bav: Cemîl

Cîh û dîroka şehadetê: Heleb | 23 Kanun 2021

 

Em di şexsê Şehîd Agir de tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin û ji malbatê şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 25 Kanun 2021