Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin

Ji gelê me û rayagiştî re

Em ji sala 2013’an vir ve li hember komên çeteyên mîna Cebhet-el Nûsra, DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker têkoşîneke bêeman dimeşînin. Ji bo parastina nirxên şoreşa me derxistî holê bê parastin ne tenê gelê me yê herêmê, li çar parçeyên Kurdistanê û însanên dilê wan ji bo Rojava diavêje tevlî nav refên YPG û YPJ bûn. Hevrêyên me Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan ku her yek ji wan ji parçeyek welatê me ye û di dîrokên cûda de hatin tevlî nav refên hêza me bûn ku li dijî êrîşên DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker bisekinin. Ev hevrêyên me di demên cûda de dema ku li hember DAIŞ’ê, dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê şerkirin, gihiştibûn şehadetê. Ji ber şert û mercên şer yên li qadê nasnameya van hevrêyên me bi derengî be jî hatin zelalkirin û em ji gelê xwe û raya giştî re aşkera dikin.

Hevrêyên me Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan ku bi têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeriyê re reng û karakterê berxwedanê diyar kirin, bi sekna xwe ya bi biryar serketinên mezin afirandin û gihîştin şehadetê. Em soz didin ku ji bo bibin layiqî wan mîrateya ku radestî me kirin bigihînin serkeftinê. Di serî de malbatên hêja yên van hevrêyên me, em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz re dixwazin.

Hevrêyê me Agir ji bajarê Helebçe ya Başûrê Kurdistanê hatiye dinê û di nava malbateke welatparêz de mezin bûye. Ji ber ku malbata wî welatparêz bû hişmendiya welat ya hevrêyê me bilind bû. Li hember şerê ku li Rojava tê meşandin bê xem nema. Di wê baweriyê de bû ku di pêvajoyeke wiha dijwar de ku gelê me têre derbas dibe, welatparêzî û şoreşgeriya rasteqîn ji têkoşînê derbas dibe. Di sala 2017’an de bi dijwarbûna êrîşan re hevrêyê me Agir ê ku biryara têkoşînê da, berê xwe da Rojavayê Kurdistanê. Di Çileya 2018’an de dema ku dewleta Tirk a dagirker êrîşê Efrînê kir, hevrê Agir ji perwerdeya bîrdozî û leşkerî dîtîbû ji bo ku jiyanî bike bi israra xwe tevlî Berxwedana Serdemê a Efrînê bû. Cara ewil bu ku hêzên me bi teknîka herî pêşketî a dewleta Tirk a dagirker re şer dikir lê rûxmî van hemûyan jî gelê me bi ewladên xwe re berxwedanek bêhempa afirandin. Hevrê Agir jî li navçeya Racoyê yek ji wan berxwedêran bû. Berxwedana ku 58 rojan ajot hevrêyê me Agir 43 rojan bi hevalên xwe yên kêlekê re bi lehengî şerkirin û şehîd bûn. Hevrêyê me bi kedkariya xwe ya li nava jiyanê, bi sekna xwe ya fedakar û bi afirîneriya xwe ya di her karî de bi hevrêyên xwe re bû mînak.

Hevrêyê me Armanc li Mêrdînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û mezin bû. Ji ber welatparêziya malbatê, dewleta Tirk a qirker û dagirker zext li ser malbatê dike û neçar dimînin ku koçî metropolên Tirkiyê bibin. Rejîma faşîst bi polîtîkayên xwe yên qirêj ên asîmîlasyonê li ser gelê me ferz dike ku ji eslê xwe dûr bikevin û jibîr bikin. Lê tevî van zextên polîtîqayên qirêj ên dewletê gelê me di hebûna xwe parastinê de bi israr e. Hevrê Armanc jî tevî bajarê dagirkeran dijîya jî esl û çanda xwe bi saya malbata xwe û welatparêziya derdorê xwe parast. Hevrêyê me Armanc di sala 2011’an de agirê şoreşê ku li Rojava hat pêxistin û hin hevalên wî yên nas di têkoşîna azadiyê de şehîd ketin gelek bi bandor bû û êdî gihişt vê fikrê ku têkoşîneke rast a li hember dijminê gelê xwe têkoşîneke çekdarî ye.  Dema ku DAIŞ’ê di destpêka sala 2014’an de bû tehdîteke mezin ji bo mirovahiyê re biryar da ku berê xwe bide Rojava. Piştî perwerdeya bingehîn a bîrdozî û leşkerî derbasî qada şer bû. Şerê me yên li dijî DAIŞ’ê ên li ser erdê di navbera salên 2014 û 2019’an de hevrê Armanc gelek tevlî pêngavên rizgarkirina bajaran bû. Di pêngavên rizgarkirina Cezaa, Şengal, Til Hemîs, Til Berak, Mebrûka û Pêngava Şehîd Rûbar Qamişlo de bi çalak tevlî bû. Ji bo karibe di aliyê leşkerî û bîrdoziyê de xwe pêş ve bibe gelek hewl da û tecrûbeyên ku di şer girtî di jiyanê de xist meriyetê. Gihişt wê encamê ku ji bo armancên mezin divê hîn zêdetir ked bide. Hevrê Rojhat vê şûnde hîn zêdetir ked da, fedakartî kir, bêhesab jiyan kir û di nav hevalên xwe de hat hezkirin. Bi pratîka xwe nirxeke mezin da Şoreşa Rojava.

Hevrêyê me Serhildan ji bajarê Êlihê a bi hezaran ewladên xwe tevlî têkoşîna azadiyê kirine û gelê ku bi berxwedaniya xwe tê nasîn ji dayik bûye. Di sala 2014'an ku hingî êrîşên giran ên DAIŞ’ê li ser gelê me yê Rojava dihate kirin, ji bo beralîkirina van êrîşan, biryar da tevlî nava refên hêzên me bibe. Hevrêyê me Serhildan, metirsiya li ser gelê me dît û weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet, baweriya xwe bi wê yekê anî ku divê teqez parastina gelê me bê kirin. Ji bo karibe di şerê dijî dijmin de serketî be û hostetiya şer de xwe kur bike, xwe perwerde kir. Hevrê Serhildan di vê zanebûnê de bû ku dijminê ku li hemberî wî şer dike, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahî mirovahiyê re talûkeyek mezin e. Hevrê Serhildan sala 2015’an şûnde tevlî gelek pêngavan bû û xilaskirina DAIŞ’ê a li ser erdê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li ser axa Rojavayê Kurdistanê de kedek mezin da. Pêngava Şehîd Rûbar Qamişlo a herêma Cizîrê û Feratê kir yek, Pêngava Şehîd Ebû Leyla ya Minbic rizgar bû û herî dawî rizgarkirina Reqqayê de ked û fedakariya hevrê Serhildan wê bibe bingeha têkoşîna me ya azadiyê.

Hevrêyê me Simko li Mêrdînê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Malbat û derdora hevrêyê me Simko ji ber ku welatparêz bû, bi pîvanên welatparêziyê mezin bû. Sala 2014’an de berxwedana bi heybet ya şervanên YPG û YPJ yên li hember barbarên DAIŞ’ê deng dida cîhanê û herkes matmayî dima, hevrê Simko jî ji berxwedana şervanan bandor bû û berê xwe da Rojava. Ji bo gelê me ji barbariya DAÎŞ'ê bê rizgarkirin tevlî gelek pêngavan bû. Ji bo parastina destkeftiyên gelê xwe kedeke mezin da. Hevreyê me li her qadê bi fedakariyek mezin xebat kiriye, xwe ji tu xebat û berpirsyariyê dûr nexist. Hevreyê me heta gihîşt asta şehadetê ji sekna xwe û tevlîbûna xwe tawîz nedaye û tevlî karwana şehîdên nemir ên şoreşê bû. Em soz didin ku têkoşîna azadiyê ya hevrêyê me Simko dewrê me kiriye bi ser bixînin û dilsozê bîranîna wî bin.

Hevrêyê me Tolhildan ji bajarê Dîlokê ji dayik bûye û di nav malbateke welatparêz de mezin bûye. Dewleta Tirk a dagirker ji bo ciwanên Kurd nebin dijberê dewletê, her cûre qirêjiyê li wan ferz dike. Bi rêbazên şerê taybet dixwaze ciwanên me ji hebûna xwe, gel û welatê xwe dûr bixîne, bike biyanî. Bajarê Dîlokê her çi qas di bin zext û zordariya dewleta Tirk a qirker û faşîst de ji asîmîlasyona çandî de para xwe girtibe jî hevrêyê me Tolhildan eslê xwe ji bîr nekiriye û çanda xwe parastî ye. Li hember polîtîqayên qirêj ên dewletê bandor nebûye. Weke ciwanekî Kurd biryar da ku ji bo jiyaneke azad û bi rûmet tevlî nava têkoşîna gelê xwe bibe. Di sala 2014’an de dema ku DAIŞ û dewleta Tirk êrîşî Kobanê û Şengalê kir, wî jî wekî hemû ciwanên Kurd ên xwedî birûmet berê xwe da Rojava. Hevrê Tolhildan bi perwerdehiyên bîrdozî û leşkerî xwe pêş xistiye û di nava demeke kurt de hînî jiyana şoreşgerî bûye. Bi moral û coşeke mezin tevlî jiyanê bû. Ji bo parastina nirxên şoreşê kedeke bêhempa da. Di wê bîr û baweriyê de bû ku encax kesayetekî şoreşger dikare li hember her cûre êrîşan dikare bisekine. Wî li ser vê ferasetê heta kêliya dawî tevgeriya, bêyî ku tawîz bide.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

 

 

 

Nasnav: Agir Helebçe

Nav û Paşnav: Mihemed Mihdî

Navê Dê û Bav: Alwan / Mihdî

Cih û Dîroka Şehadetê: 3’ê Adara 2018

 

 

 

Nasnav: Armanc Kerboran

Nav û Paşnav: Abdurrahîm Akay

Navê Dê û Bav: Halîme / Emîn

Cih û Dîroka Şehadetê: 25’ê Sibata 2019

 

 

 

Nasnav: Serhildan Sason

Nav û Paşnav: Adem Îrtem

Navê Dê û Bav: Zîynet / Yasîn

Cih û Dîroka Şehadetê: 3’ê Adara 2020

 

 

 

Nasnav: Simko Şikakî

Nav û Paşnav: Xelîl Bîlen

Navê Dê û Bav: Aliye / Murad

Cih û Dîroka Şehadetê: 29’ê Çileya 2019

 

 

 

Nasnav: Tolhildan Derwêş

Nav û Paşnav: Furkan Sezgîn

Navê Dê û Bav: Halîme / Remezan

Cih û Dîroka Şehadetê: 28’ê Çileya 2019

 

Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023