Em 2 şehîdên Berxwedana Serdemê hevrê Cûdî û Hûseyîn bi rêzdarî bibîr tînin

Ji gelê me û rayagiştî re

Dewleta Tirk a qirker û dagirker, ji bo destkeftiyên Şoreşa Rojava berovajî bike, axa ku bi hezaran şehîdan xwîn rijandin ji bo aramiya gelê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka Şoreşa Rojava hem bi rêyên komên çeteyên girêdayî xwe hem jî rasterast ew bi xwe êrîş kir û ev êrîşên dewleta Tirk a dagirker berdewam dikin. Armanca dewleta Tirk a dagirker ewe ku ewlehî û aramiya herêmê xirab bike, gelê me ji aliyê fîzîkî ve ji qirkirinê derbas bike û di encamê de demografiya herêmê bide guherandin. Ji ber wê ji sala 2018’an vir ve dewleta Tirk a dagirker û qirker rasterast êrişî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

20’ê Çileya 2018an êrîşa dagirkerkeriyê li ser Efrînê, ji sala 2012’an ve êrîşa herî giran a li ser hêza me û gelê me bû. Dewleta Tirk a dagirker hemû derfetên xwe ji bo vê êrîşê seferber kir. Rûxmê van jî şervanên me yên bi ruhê fedayî ên APOyî û gelê me yê berxwedêr li hemberî êrîşan berxwedaneke destanî nişan dan. Destana ku 58 rojan ajot destana serdemekê bû û ev bi saya têkoşîna bi sedan hevrêyên me bûn ku bi lehengî şerkirin û gihiştin şehadetê. Hevrêyên me Cûdî Qendîl û Hûseyîn Gabar du ji wan lehengên me yên ku bi îradeyeke xurt û bi têkoşîna xwe ya li dijî êrîşên dijmin cihê xwe di Berxwedana Serdemê de girtin û navê xwe xistin dîroka berxwedanê ya gelê me.

Hevrêyên me Cûdî û Hûseyîn bi berpirsyariyeke dîrokî û mezin ji bo azadiya gelê me cihê xwe di nav berxwedanê azadiya gelê me de girtin. Her du hevrêyên me her yek ji wan li cihekî cûda yê welatê me bûn ku dile wan ji bo azadiya gelê me û parastina Şoreşa Rojava lê dida. Her du hevrêyên me zarokên welatê ROJê yên bijarte bûn ku bi sekn û berxwedaniya xwe nirxên mezin li têkoşîna me ya azadiyê zêde kirin û bi helwestên xwe yên netewî bûn lehengên mînak ên welatê me. Mîrateya têkoşînê ya ku hevrêyên me Cûdî û Hûseyîn li pey xwe hiştin wê her tim rêya me û gelê me ronî bike û wê berê me hertim li wan be û bibin çavkaniya rasteqîn a têkoşîna me ya azadiyê.

Bi îdia û biryardariyeke xurt em careke din soz didin hemû şehîdên xwe yên nûnertiya gelê me û têkoşîna me dikin. Hevrêyên me yên ku di helwesta neteweyî de israr kirin û bûn lehengên gelê xwe di serî de em sersaxiyê malbatên hêja yên her du şehîdên xwe û ji hemû gelê xwe yê Kurdistanê re dixwazin û emê têkoşîna wan a azadiyê bi serfiraziyê tacîdar bikin.

Nasnameyên pakrewanên me wiha ne;

 

 

Nasnav: Cûdî Qendîl

Nav û Paşnav: Ebdilah Ehmed

Navê Dayikê: Emîne

Nav û Bav: Ehmed

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Adara 2018’an

 

 

 

Nasnav: Hûseyîn Gabar

Nav û Paşnav: Idrîs Şîmşek

Navê Dayikê: Gulê

Nav û Bav: Ebdilah

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / 12’ê Adara 2018’an

 

Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Çileya 2023