Em yek ji pîrê qedîm ê Dêrsimê û hevrêyê me Apê Mûsa û hevrêya me Arîn bi minet û bi rêzdarî bi bîr tînin

Ji Gelê me û Rayagiştî re!

Hevrê yê me Apê Mûsa li Qamişloyê dema li ser erka xwe bû, roja 19ê Çileyê di encama qrîza dil de gihîşt şehadetê. 

Hevrêya me Arîn Bahoz ev demek dirêje bi nexweşîya penceşêrê ra têdikoşîya. Hevrêya me di bin venêrîna bijîşkan tedawîya xwe li Qamişloyê didît. Lê her ku çu nexweşîya wî giran bû û roja 31ê Çileyê şehîd bû.

Yek ji pîrê Dêrsimê û hevrêyê me Apê Mûsa, çanda welatparêzîyê ku ji Seyîd Rizayan girtî ye û heta îroj anî, bû xelekek vê rêûresmê. Ew bi hesasîyetek mezin ji bo nirxên gelê Kurdistanîyan bi çanda xwe ya welatparêzî û şoreşgerî hertim li dijî her cûre dagirkerîyan têkoşîya. Çawa ku ji rêûresma Dêrsimê de li dijî kiryarên dewleta Tirk hertim serî hatî hildan, Apê Mûsa jî vê rêûresma Dêrsimê qût nebû û li dijî dewleta Tirk a dagirker, qirker û xwînmij bi tevî zarokên xwe serî hilda û bû rêwîyên azadîyê. Dewletên dagirker ên li Kurdistanê li dijî Kurdan polîtîqayên qirkirinê dimeşînin û dixwazin kurda ji holê rakin, Apê Mûsa wek Elewîyekê Dêrsimê, hertim di sekn û kesayeta xwe da nasnameyê xwe, bawerîya xwe, rêûresma xwe û cewhera xwe parast û bi seknekî şoreşgerî tevgerîya û li dijî van kiryarên dagirkeran bi ruhê seferberîyê tevlî şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû. Li dijî DAIŞ û her cûre avahîyên komên çete yên dagirker bi vî ruhî têkoşîya. Apê Mûsa jî wek Seyît Rizayan ên li hember dijmin çong nedanîne bû xelekek û di her qadên Rojavayê da bi sekna xwe ya şoreşgerî û bi keda xwe, girêdanbûna xwe ya welat û gel xebat meşand û ji hevrê û gelê xwe re bû îlhamek û mînakek şoreşger. Ew bû Apê Mûsa yê Pîr ji gelê xwe yê Rojava re. Em bi şehadeta wî xemgîn in, lê emê sekna wî ya şoreşgerî û tevlîbûna wî ya jîyanê ji xwe re mînak bigrin û soza xwe dûbare dikin ku emê têkoşîna wî xwedî derkevin.

Hevrêya me Arîn ku ji malbateke welatparêz a ji bo Şoreşa Kurdistanê gelek berdêl daye hatiyê dinê. Di dema rêxistina terorî a DAIŞê ku êrîşê Kobanê kiribû ew jî weke her kurdekî bi şeref berpirsyartîyên xwe yê welatparêzîyê û şoreşgerîyê pêk bîne cihê xwe berxwedana Kobanê de girt. Pişt re tevli pêngavên rizgarkirina Minbic û Reqayê bû. Hevala me Arîn ku bi xwedî taybetmendîyên bi coş û dînamîk e, emrê xwe yê ciwantîyê de nexweşîya penceşêrê re rû bû rû ma. Di du salên dawî de bi vê nexweşîyê re têkoşîneke bêeman meşand. Coş û morala wî a jiyanê alîyekê wê yê berxwedêr jî derxist holê. Lê her ku çu nexweşîya wî giran bû û roja 31ê Çileyê tevlî karwanên nemiran bû.

Em ji her du malbatên xwe yên şehîd ra sersaxîyê dixwazin û careke din soz didin ku hevî û xeyalên şehîdan û gelên me wê nîvço nemînin.

Nasnameyên pakrewanên me wiha ye:

 

 

Nasnav: Apê Mûsa Dêrsim

Nav û Paşnav: Mustafa Guler

Navê dayik: Turkan

Navê bav: Beko

Cihê ji Dayikbûnê: Dêrsim

Cih û dîroka şehadetê: Qamişlo | 19ê Çileya 2022

 

 

Nasnav: Arîn Bahoz

Nav û Paşnav: Nesîme Tetîk

Navê dayik: Fatma

Navê bav: Osman

Cihê ji Dayikbûnê: Şernex

Cih û dîroka şehadetê: Qamişlo | 31ê Çileya 2022

 

Navenda Ragihandin û Çapemenîya YPGê | 8ê Sibata 2022