Em hevrêyê xwe Fedakar Heleb bi rêzdarî bibîr tînin

Ji çapemenî û raya giştî re

Hevrêyê me Fedakar Heleb di çarçoveya Qonaxa Yekemîn a Berxwedanê Efrînê li gundê Bîyê a bi ser navçeya Şêrawa ya Efrînê de di dîroka 9ê Tebaxa 2018an encama şer û pevçûna di navbera yekîneyek me û dijmin de şehîd bûbû, em nasnameya hevrê şehîd ji gelê xwe re parve dikin.

Hevrê yê me Fedakar Heleb ku ji bajarê berxwedêr a Efrîna me ji dayik bû û xwedî malbateke bi çanda welatperwerî û ji fikra azadî a APOyî xwe pêçandîye mezin bû. Hevrê Fedakar sala 2013an, dema ku şoreşa Rojava hîn sala xwe ya yekem temam nekiribû, bi kelecan û coşeke mezin ji bo bibe parêzvanê gelê xwe hem bi ruhî hem fîzîkî xwe bi çek kir. Di jîyana xwe ya şoreşgertîyê de li dijî çeteyên hov ên mîna Cebhet El Nûsra û DAIŞê gelek pêngavên leşkerî de cîh girt û tecrûbeyên mezin ji van şeran wergirt kesayeta xwe milê leşkertîyê de pêşxist. Cenga wî ya mezin li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li meydana Efrînê bû. Hevrê Fedakar bi şerkerîya xwe li dijî dijmin kedeke mezin da. Berxwedana 58 rojan a Efrînê di dîroka şoreşa me de rûpelek nû vekiribe, ev bi saya lehengên vê berxwedanê ne. Îradeya mirovan a li dijî teknîka herî pêşketî çawa dikare li ber xwe bide mînaka herî berbiçav e ku weke hevrêyê me Fedakar û mîna bi sedan hevrêyên me Fedakaran nîşan daye de derketîye holê.

Em di şexsê hevrê Fedakar de şehîdên Berxwedana Efrînê û hemû şehîdên xwe yên leheng ên bûn nûnerên gelê me û şoreşa me bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin. Em sersaxîyê ji malbata şehîdê xwe û gelê xwe ra dixwazin û soza xwe dûbare dikin ku erka ku şehîdên me daye li ser milê me teqez pêkbînin.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;

 

 

Nasnav: Fedakar Heleb

Nav û Paşnav: Seîd Beşîr

Navê Dayikê: Sadîqe

Navê Bav: Elî

Cihê ji Dayikbûnê: Efrîn

Cîh û Dîroka Şehadetê: Efrîn 9ê Tebaxa 2018an

 

Navenda Ragihandina YPG

7ê Gulana 2022an