Em yek ji berxwedêrê Efrînê rêheval Aras Xalid bi rêzdarî bibîr tînin

Ji gelê me û rayagiştî re

Em nasnameya rêhevalê me Mihemed Celîl bi nasnav Aras Xalid ku di dema seferberiyê de hatibû û di Berxwedana Serdemê a Efrînê de di meha Sibatê de şehîd ketibû, ji gelê xwe û rayagiştî re parve dikin.

Dewleta Tirk a dagirker polîtîkayên xwe yên qirker û mêtinger ên li dijî Kurdan û gelên azadîxwaz her tim di meriyetiyê de dihêle û li ku derê ev destkeftî hatibin bidest xistin êrîşên wê derê dike. Destpêkê xwest bi rêka komên çeteyan destkeftiyên Şoreşa Rojava berovajî bike lê tiştê ku armanc kir pêk nehat. Ji sala 2018’an 20’ê Çileyê ve rasterast êrîşê axa Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye hedef. Êrîşên berfireh ên li ser gelê me di vê dîrokê de li ser bajarê Efrînê bû. Di vê êrîşa dagirkeriya li ser Efrînê de dewleta Tirk a qirker derfetên xwe hemû seferber kir. Li hember van êrîşan jî berxwedaneke xurt hat raberkirin û bû “Berxwedana Serdemê.” Bêguman di vê berxwedanê de rola esasî ked û fedakarîya mezin a şehîdên me ne. Keç û xortên delal ên çar parçeyan Kurdistanê yên bi gelê xwe û welatê xwe hezdikin û canfîda ne berê xwe dan Efrînê û tevlî Berxwedana Serdemê bûn.

Rêhevalê me Aras Xalid di navçeya Seyîdsadiq a bi ser bajarê Silêmaniyê a Başûrê Kurdistanê ye hatiye dinê. Gelê me yê Başûr jî bi salan ji dagirkeran êş kişandine, bi gelek zilm û zordariyê re rûbirû mane lê tevî van hemû êş û eleman liber xwe dane û ji bo azadiyê têkoşîneke bêhempa dane meşandin. Rêheval Aras jî bi vê çandê ve qarakterê xwe avakiriye û di dema seferberiyê de berê xwe daye Efrînê. Berxwedana Serdemê a 58 rojan ajot û her rojê wî ji rojên din girantir û dijwartir bû ev bi saya şervan û gelên me yên xwedî ruhên Apoyîyan bû. Rêhevalê me Aras jî bi sekna xwe ya welatparêziyê û bi têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeran navê xwe xist di nav lehengên şoreşa mirovahiyê.

Em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz û malbata şehîd Aras re dixwazin. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê teqez armancên gelê xwe û şehîdên xwe pêkbînin.

Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye:

 

 

Nasnav: Aras Xalid

Nav û Paşnav: Mihemed Celîl

Navê Dayikê: Dılsoz Hemêkerîm

Navê Bav: Xalid Mihemed Celîl

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Sibata 2018’an

Navenda Ragihandina YPG | 18’ê Kanuna 2022