Em rêhevalên xwe Qehreman Şiyê bi rêzdarî bibîr tînin

Ji gelê me û rayagiştî re

Rêhevalê me Ebdirehman Kîlo bi nasnav Qehreman Şiyê di demek dirêj bû ku bi nexweşiyeke giran re têdikoşiya lê di roja 12’ê Kanunê de tevî hemû hewldanên tibbî jî şehîd bû.

Rêheval Qehreman sala 1980’î li navçeya Şiyê a Efrînê ji dayik bûye û bavê 5 zarokan bû. Gelê me yê Efrînê bi çanda welatparêziyê tê nasîn û bi axa xwe girêdayî ye. Bi nasîna Tevgera Azadiyê re çanda welatparêziyê bi çanda berxwedanê re kirin yek û ev rasterast Şoreşa Rojava de rastiya xwe derxist holê. Ji bo parastina nirxên şoreşê serî de jin û xortên ciwan û her mirovên xwedî bi rûmet tevlî refên azadiyê bûn. Yek ji wan jî rêheval Qehreman e ku piştî dagirkirina Efrînê berê xwe da nav refên hêzên me li bajarê Helebê. Bi dagirkirina axên me ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve di her welatparêzê me de hestê tolhildanê pêşxistiye û li ser van bingehan li hember qirkirina çandî û fîzîkî a ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze li ser me ferz bike, cihên xwe di çeperên berxwedanê de digrin. Rêheval Qehreman çi qas li hember dijminê xwînmij bi hêrs û kîn bû, ji bo hevalên xwe jî dilgerm û fedakar bû. Keda wî daye şoreşê ji bo me nirxekî pîroz e û serbilindî ye. Ji bo gelê me lehengek e û wê di hertim di dil û mejiyê me de bê bîranîn û têkoşîna me ya azadiyê de bê jiyandin. Em di kesayeta rêheval Qehreman de hemû rêhevalên xwe yên ku ji bo azadiyê têkoşiyan û tevlî artêşa nemiran bûn bi rêzdarî bibîr tînin û careke din soza ku me da ye şehîdên xwe dûbare dikin ku emê têkoşîna azadiyê bi serfirazî tacîdar bikin. Em serî de sersaxiyê ji malbata hêja ya rêheval şehîd Qehreman re û gelê xwe yê welatparêz re dixwazin.

Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye:

 

 

Nasnav: Qehreman Şiyê

Nav û Paşnav: Ebdirehman Kîlo

Navê Dayikê: Salha

Navê Bav: Hisên

Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb / 12’ê Kanuna 2022

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 13’ê Kanuna 2022