Em rêhevalên xwe Şehîd Destan, Şehîd Ciwan û Şehîd Şervan birêzdarî bi bîr tînin

Ji çapemenî û raya giştî re

Rêhevala me Destan Ronî, li roja 30ê Avrêlê di encama nexweşiyê de şehîd ket.

Rêheval Destan di nav malbatek welatparêz de bi hestên welatparêziyê mezin bû. Bi çanda welatparêziyê kesayeta xwe avakir û ji bo ku li hember paşverûtî û dagirkeriyê têbikoşe tevlî refên YPJ bû. Rêheval Destan di kesayeta xwe de xeta azadiya jinê esas girt û heta kêliya dawî jî di vê xetê de erk û berpirsiyartiyên xwe bi biryardariyek mezin bi cîh anî.

Rêhevalên me Ciwan Amed û Şervan Hesekê, li roja 3ê Gûlanê li bajarê Hesekê di encama qezaya trafîkê de şehîd ketin.

Hevrê Ciwan di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Di dema ku têkoşîna azadiyê li Rojava û Bakurê Sûriyê pêş diket û mezin dibû tevlî refên şoreşê bû. Hevrê Ciwan ku bi taybetmendiyên xwe yên wêrek, kedkar û fedakar tê nasîn di her kêliya jiyanê de ev sekna xwe parast û bi vê sekna xwe ve, her tim ji bo rêhevalên xwe bû çavkaniya hêz û baweriyê.

Hevrê Şervan, li bajarê Hesekê di malbatek welatparêz de ji dayîk bû. Bi bandorbûna têkoşîna me ya li dijî dagirkerî û paşverûtiyê tevlî refên şoreşê bû. Hevrê Şervan, erk û berpirsiyariyên xwe heta kêliya dawî ya jiyana xwe bi azweriyeke mezin bi cîh anî.

 

Nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wiha ne;

 

Nasnav: Destan Ronî

Nav û Paşnav: Emine Demirtaş

Navê Dayikê: Surye

Navê Bav: Fahri

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 30 Avrêl 2021

 

Nasnav: Ciwan Amed

Nav û Paşnav: Baran Çiçek

Navê Dayikê: Afife

Navê Bav: Mirzedin

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 03 Gûlan 2021

 

Nasnav: Şervan Hesekê

Nav û Paşnav: Ehmed Seîd

Navê Dayikê: Cemîle

Navê Bav: Silêman

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 03 Gûlan 2021

 

Em di şexsê her sê hevalên xwe yên şehîd de hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin, ji malbatên şehîdên xwe û gelê xwe re ser saxiyê dixwazin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG

05 Gûlan 2021