Ji çapemenî û raya giştî re
Rêhevalê me Xemgîn Azadî li roja 10ê Gulanê, di encama qezayê perwerdehiyê de gihişt şehadetê.
Hevrê Xemgîn di demeke ku têkoşîna azadî û demokrasiyê li Rojava û Bakurê Sûriye pêş diket û mezin dibû, tevli refên me bû. Hevrê Xemgîn kêlî bi kêlî bi rihek fedayî tevlî têkoşînê bû û erk û berpirsiyariyên xwe bi coşeke mezin bi cîh anî. Baweriya xwe ya bi şoreşa azadiyê re, bi sekna xwe û têkoşîna xwe îspat kir û heta kêliya dawî jî ev sekna xwe parast. Rêhevalê me Xemgîn li roja 10ê Gulanê, li Hesekê di encama qezaya perwerdehiyê de gihişt şehadetê.
Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Xemgîn Azadî
Nav û Paşnav: Yunus Kaya
Navê Dayik: Cehîde
Navê Bav: Seyfettin
Cîh û dîroka Şehadetê: Hesekê | 10 Gulan 2021
Em di şexsê hevrê Xemgîn de tevahî şehidên azadî û demokrasiyê bi rêzdarî bibîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji gele xwe re sersaxiyê dixwazin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 19 Gulan 2021