Em rêhevalê xwe Dersim Munzur bi rêzdarî bibîr tînin

Ji çapemenî û raya giştî re

Rêhevalê me Dersim Munzur, li roja 3ê Tabaxê, li Hesekê di encama qezaya perwerdehiyê de gihişt şehadetê.

Rêheval Dersim, li Kobanê di nav malbatek welatparêz de ji dayik bû. Bi bandorbûna kevneşopiya berxwedêr, tevli nav refên me bû. Rêheval Dersim, li hember paşverûtî û dagirkeriyê, bi biryardarî û zanebûneke mezin têkoşîn meşand. Heta kêliya dawî erk û berpirsiyariyên xwe bi coşeke mezin bi cîh anî.

Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye;

 

 

Nasnav: Dersim Munzur

Nav û Paşnav: Mistefa Mihemmed Mistefa

Navê dayik: Rehima

Navê bav: Mihemed

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 03 Tebax 2021

Em di şexsê rêheval Dersim de, tevahî şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG

07 Tebax 2021