Ji çapemenî û raya giştî re
Rêhevalê me Mazlum Serhed li roja 28ê Tîrmehê, li Hesekê di encama qezaya trafîkê de gihişt şehadetê.
Rêheval Mazlum dema ku têkoşîna azadiyê li rojavayê Kurdistan û bakûrê Suriyê pêş diket tevli nav refên me bû. Bi bawerî û coşeke mezin kar û xebatên şoreşê meşand û hemû erkên xwe heta kêliya dawî bi berpirsiyartiyek mezin bi cîh anî.
Em di şexsê rêheval Mazlum de tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.
Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Mazlum Serhed
Nav û Paşnav: Ercan Can
Navê dayik: Sacide
Navê bav: Dursun
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 28 Tîrmeh 2021
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG
29 Tîrmeh 2021