Em rêhevalê xwe Agir Kobanê bi rêzdarî bibîr tînîn


Ji çapemenî û raya giştî re!

Di dîroka 11 Îlon 2020’an de hevrêyê me Agir Kobanê, di encama qezaya perwerdehiyê de şehîd bû.

Hevrê Agir Kobanê, di demeke ku li dijî şoreşa Rojava û bakurê Suriyê êrîşên dagirkerî û qirkirinê çêdibûn de tevlî refên têkoşîna me bû. Bi sekna xwe ya dilnizm, kesayeta xwe ya kedkar bû xwedî seknek pêşeng. Ji bandorbûna kevneşopiya çanda berxwedêr a gelan, hevrê Agir jî bi vê çanda berxwedêr li dijî her cure êrîşkarî û paşverûtiyê têkoşîn meşand. Hevrê Agir di şerê me yê berxwedanê de erk û berpirsiyariyên ku wergirtibûn, bi dilsoziyekî mezin bi cîh anî.

Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye;


Nasnav: Agir Kobanê

Nav û Paşnav: Zekeriya Cimo

Navê Dayikê: Yeşar

Navê Bav: Nûredîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê | 11 Îlon 2020

Em di şexsê hevrê Agir Kobanê de tevahî şehîdên şoreşê bibîr tînin. Ji malbatê şehîdê xwe û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Îlon 2020