Em rêhevalên xwe Rojhat Karakoçan û Dogan Amanos bi rêzdarî bibîr tînin

Ji çapemenî û raya giştî re

Di roja 16’ê Îlonê de,  li Eyn Îsa di encama êrişa balafirê bêmirov ya artêşa Tirk a dagirker de rêhevalên me Rojhat Karakoçan û Doğan Amanos gihiştin asta şehadete.

Rêheval Rojhat di sala 1980’an de li bakûrê Kurdistanê li navçeya Karakoçan a Elazîzê hat dinyayê. Di nav şerê azadiyê ku li welat dihat meşandin wekî endamek malbatek welatparêz mezin bû û şekil girt. Di temenên biçûk de çû Ewropayê. Dema ku li Ewropa bû, li hember şerê ku li welat dihat meşandin bêhelwest nema û li Ewropayê tevli kar û xebatên tevgera Azadiyê bû, piştê demek kurt li çiyayên azad tevli refên gerillayên azadiyê bû. Li çiyayên Kurdistanê li gelek herêman gerillacitî kir û herî zêde jî li herêmên Dêrsim u Zagrosê ma. Di sala 2014’an de, bi despêkirina êrişên hovane yen DAIŞê ve berê xwe da Kerkuk u Maxmûr e, li vir li hemberî DAIŞê şer kir.  Piştê ku êrişên DAIŞê li Kobanî gihişt lutkeyê, berê xwe da Kobanî û pêşengtiyê şerê li hember DAIŞê kir. Li Rojava di serî de li berxwedana Kobanî, di pêngavên Minbic, Reqa, Tebqa, Girê Spî û di gelek pêngavên din de jî wekî fermandarek pêşeng erk girt û tevlî van pêngavan bû.

Rêheval Rojhat, ji temenên biçûk de ji bo azadiya gelê Kurdistan û gelên Rojhilata Navîn têkoşîn meşand. Ti caran hesabên şexsî nekir. Bi taybet di şerê ku li hember hovitiya DAIŞê hat meşandin de, bê teredut tevli bû û kêlî bi kêlî têkoşinek bênavber û bêhempa da meşandin. Dema ku hovitiya DAIŞê di hemû mirovahiyê de tirsek mezin ava kiribû, fermandar Rojhat di şikandina vê tirsê de bi awayek çalak rol girt û bi tecrubeyên xwe yên şer ve di binxistina DAIŞê de rolek dîrokî lîst.

Rêheval Rojhat di jiyanê dê bi sekna xwe yê mutevazî û fedakar her tim ji bo rêhevalên xwe bû çavkaniya hêz û baweriyê. Di meşa xwe yê têkoşînê de ti car hêsabên şexsî nekir. Ruxmê ku gelek caran birîndar bû ti carî xwe paşve nekişand û her tim di eniyên pêş de tevli têkoşinê bû. Hevalê Rojhat bawer kiribû ku li Rojhilata Navîn azadî û demokrasî tenê bi civaka rêxistinkirî ve mumkun e.  Ji ber vê yekê her tim tecrubeyên xwe bi hevalên xwe ve û bi gelê xwe ve parve dikir. Ti carî ji berpirsiyarên ku diketin ser milên wî dûr neket, ji bo pêşxistina têkoşîna azadiyê her tim bi awayek çalak rol girt. Di her qadê ku lê mayî de civakê xwe perwerde kir û birêxistin kir. Şêwazê wî yê xwe û derdora xwe rêxistinkirinê her tim encam girt û serkeftinek mezin bi xwe re anî. Binketina DAIŞê ispata vê ya herî mezin e.

Piştê binketina DAIŞ’ê êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser axên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir bûn. Qadên azad ku li hember hovitiya DAIŞê hatibûn parastin, vê car ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin dagirkirin. Dewleta Tirk wekî ku dixwest tola binketina DAIŞê bigire, êrişê axa Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û destkeftiyên şoreşa Rojava kir. Li ser vê esasê hevalên me û gelê me yê ku di binxistina DAIŞ’ê de çalak rol girtibûn bûn hedefê dewleta Tirk a dagirker. Heval Rojhat jî wekî fermandarek pêşeng bû hedefe êrişên dewleta Tirk a dagirker. Rêheval Rojhat heta kêliya xwe ya dawî ti car ji azadiyê tavîz neda û li hember dagirkeriyê jî her tim bû xwedî helwestek zelal.

Rêheval Dogan Amanos eslê xwe ji Mêrdinê ye,  di sala 1979’an de li navçeya Îskendarûn ya Hatayê hat dinyayê. Di nav malbatek welatparêz de mezin bû. Di sala 2005’an de tevlî refên Tevgera Azadiyê bû. Di sala 2013’an de derbasî Rojava bû û bi awayek çalak tevli kar û xebatên şoreşê bû. Bi taybet di şerê ku li hember DAIŞ’ê hat meşandin de bi awayek çalak rol girt. Di vê çarçoveyê de tevlî pêngavên Serêkaniyê, Minbic, Qadiriye, Mebrûka, Rabîa, Mişrefa û Ceza bû. Herwiha di berxwedana Efrînê de jî cihê xwe girt. Rêheval Dogan di van pêngavan de gelek caran birîndar bû. Ruxmê vê birîndariya xwe hîn bi hers û çalakbûnek zêdetir tevlî têkoşînê bû.

Rêheval Dogan di pêşxistina şoreşa Rojava de di her kêliya xwe yê têkoşinê de seknek kedkar û fedakar raber kir. Bi hestên xwe yên kûr yê welatparêziyê her tim gelê xwe hîs dikir û li ser vê esasê bi ked û fedakariyek mezin tevlî xebatan dibû. Hemû berpirsiyartiyên ku diketin ser milên wî bi awayek serkeftî û kedek mezin bi cîh dianî. Rêheval Dogan bi şer û kedê xwe dihat nasîn. Ji bo ku gelê xwe û hevalên xwe biparêze, bi awayek fedaî şer kir û tekoşîn meşand. Bi taybet li hember hovitiya DAIŞê bêyî ku bikeve nav fikarên şexsî, bi awayek fedaî şer kir û di binxistina DAIŞê de bû xwedî kedek mezin. Herwiha di serî de li berxwadana Efrînê, li hember êrişên dagirkeriyê jî her tim di eniya pêş de têkoşîn da meşandin û bi vê awayî ji hevalên xwe re bû mînak.

Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne;

 

 

Nasnav: Rojhat Karakoçan

Nav û Paşnav: Mehmet Gurbuz

Navê Dayikê: Kumriye

Navê Bav: Xêyrî

Cîh û Dîroka jidayikbûnê: 1980 | Karakoçan

Cîh û Dîroka şehadetê: 16-09-2022 | Eyn Îsa

 

 

 

Nasnav: Dogan Amanos

Nav û Paşnav: Mehmet Akyol

Navê Dayikê: İlva

Navê Bav: Şerif

Cîh û Dîroka jidayikbûnê: 1979 | Îskenderûn

Cîh û Dîroka şehadetê: 16-09-2022 | Eyn Îsa

 

Em di şexsê herdu fermandarên me rêheval Rojhat û rêheval Dogan de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin. Ji malbatên hêja yên şehîdên xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em careke din soza xwe ya serkeftinê û azadiyê ku me daye şehîdên xwe û gelê xwe dubare dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 19 Îlon 2022