Ji çapemenî û raya giştî re
Rêhevalê me Cahîd Reqa li roja 22ê Mijdarê, li Hesekê, di encama qezayê de gihişt şehadetê. Rêheval Cahîd li bajarê Reqa, di nav malbatek Ereb de hat dinyayê. Heval Cahîd, bi hestên welatparêziyê mezin bû û di temenek ciwan de têkoşina me ya li hember dagirkerî û paşverûtiyê nas kir. Hestên welatparêziyê ku ji malbata xwe girtibû di kesayeta xwe de zivirand biryardariya şoreşgeriyê û tevli nav refên me bû.
Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye:
Nasnav: Cahîd Reqa
Nav û Paşnav: Xelîl El Elî
Navê dayik: Remziya
Navê bav: Îsmail
Cîh û dîroka şehadetê: Hesekê | 22 Mijdar 2021
Em di şexsê heval Cahîd de tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG
24 Mijdar 2021