Ji çapemenî û raya giştî re
Têkoşîna azadî û demokrasiyê ku bi salan e li rojavayê Kurdistanê û bakurê Suriyê tê meşandin ji bo hemû gelên cihanê bû hêviyek mezin û di dîroka têkoşîna gelan de bû merhaleyek girîng. Berxwedaniyên ku li hember paşverûtiya DAIŞê û dagirkeriya dewleta Tirkiyê hat meşandin, ruxmê berdelên mezin bi herfên zêrîn di dîrokê de cihê xwe girt. Yek ji wan berxwedanan jî, berxwedana ku li sala 2018 an, li Efrînê li hember dagirkeriya dewleta Tirk hat meşandin, bû. Lehengên gelê me, li sala 2018 an, li hember her cûre êrişên artêşa Tirk a dagirker berxwedaniyek bêhempa raber kirin û destanan nivîsandin. Bi sedan rêhevalên me yên leheng di vê berxwedaniyê de ji bo parastina welatê xwe û gelê xwe, bi awayek fedaiyane şer kirin û tevli karwana şehîdan bûn.
Em nasnameyên 6 rêhevalên xwe yên ku di Berxwedana Serdemê de gihiştin şehadetê bi gelê xwe re parve dikin. Jiber lêkolînê, parvekirina şehadeta wan hevalan dereng ma. Em ji bo vê derengmayinê bi taybetî ji malbatên şehîdên xwe û ji gelê xwe lêborînê dixwazin.
Nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wiha ne;
Nasnav: Dijwar Goyî
Nav û Paşnav: Doğan Ürün
Navê Dayik: Kadriye
Navê Bav: Ekrem
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn | 01 Adar 2018
Nasnav: Gelî Lîce
Nav û Paşnav: Veysi Narin
Navê Dayik: Salihe
Navê Bav: Abdullah
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn | 01 Adar 2018
Nasnav: Şerzan Botan
Nav û Paşnav: Mehmet Kazıcı
Navê Dayik: Kamile
Navê Bav: Xelîl
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn | 01 Adar 2018
Nasnav: Xebat Serdem
Nav û Paşnav: Ata Ökmen
Navê Dayik: Mevlüde
Navê Bav: Selman
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn | 2018
Nasnav: Rûken Bêrîvan
Nav û Paşnav: Mizgîn Eliş
Navê Dayik: Hacer
Navê Bav: Necim
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn | 01 Adar 2018
Nasnav: Rêbaz Şêrewa
Nav û Paşnav: Basil Bodiq
Navê Dayik: Ezîme
Navê Bav: Dîbo
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn | 01 Adar 2018
Em dî şexsê rêhevalên xwe yên şehîd de tevahî şehîdên şoreşa azadî û demokrasiyê bi rêzdarî bibîr tînin. Ji malbatên şehîdên xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 27 Gulan 2021