Ji çapemenî û raya giştî re
Gelê me ji bo jiyaneke azad û demokratîk têkoşîneke bêhempa derxist holê. Ji destpêka şoreşa Rojava heta roja îro, têkoşîna ku li hember hêzên paşverû û dagirker yên ku dijminê mirovahiyê ne, hat meşandin ji bo hemû gelên cihanê bû mînakek bêhempa. Şoreşa Rojava paşverûtiyê DAIŞê hilweşand, nirxên mirovahiyê parast û nirxên demokratîk diyariyê hemû cîhanê kir. Dewleta Tirk a dagirker her tim li dijî ev nirxên demokratîk derket û li dijî şoreşa Rojava êrişên topyekûn meşand. Yek ji van êrîşan di sala 2018 an de li ber çavê hemû cîhanê li Efrînê çêbû.
Lehengên ku hovitiya DAIŞê hilweşandin, vê car jî li Efrînê li hember dagirkeriya dewleta Tirk berxwedanên bêhempa nîşan dan. Di vê têkoşînê de qehremantiyên pir mezin û dîrokî derketin hole û bi hezaran keç û xortên vê welatê ji bo parastina nirxên mirovahiyê xwe feda kirin. Ji bo heremek azad û demokratîk bi sedan rêhevalên me yên leheng di vê berxwedaniyê de bi awayek fedaiyane şer kirin û tev li karwana şehîdan bûn.
Em nasnameyên 3 rêhevalên xwe yên ku di Berxwedana Serdemê de gihiştin şehadetê bi gelê xwe re parve dikin. Ji ber lêkolînê parvekirina şehadeta wan hevalan dereng ma. Em ji bo vê derengmayinê bi taybetî ji malbatên şehîdên xwe û ji gelê xwe lêborînê dixwazin.
Nasnameya rêhevalên me yên şehîd wiha ne:
Nasnav: Serbest Sêrt
Nav û Paşnav: Murat Dinçer
Navê Dayik: Menife
Navê Bav: Mahfuz
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrin – Reco | 26 Adar 2018
Nasnav: Şahan Arzek
Nav û Paşnav: Suat Çeri
Navê Dayikê: Feride
Navê Bav: Yusuf
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrin | 01 Adar 2018
Nasnav: Tekoşer Spêrtî
Nav û Paşnav: Mazlum Arsu
Navê Dayikê: Emine
Navê Bav: Murat
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrin | 01 Adar 2018
Em di şexsê rêhevalên xwe yên şehîd de tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin. Ji malbatên şehîdên xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 9 Pûşper 2021