Em rêhevalên xwe Roj û Şervan birêzdarî bibîr tînin

Ji çapemenî û raya giştî re

Têkoşîna şoreşa Rojavayê Kurdistan û bakur rojhilatê Sûriyê, îro berxwedana xwe ya dîrokî ku li hember her cure paşverûtî û dagirkeriyê dimeşîne bi awayekî bêhempa berdewam dike. Nirxên me yên esasî ku hiştin ev şoreş pêş bikeve û bigihijê vê astê şehîdên me ne û em di şexsê Şehîd Roj û Şehîd Şervan de tevahî şehîdên xwe yên leheng carek din bi rêzdarî bibîr tînin. Îro têkoşîna me di despêkê de li hember dagirkeriya Tirk û çeteyên DAIŞê, bi awayek  bê heybet berdewam dike. Gelê me îro ji her demê zêdetir li derdora vê têkoşînê kom bûye û xwedî li şehîdên xwe derdikeve.

Rêhevalê me Roj ku, di vê têkoşînê de bi awayek çalak cîh digirt, di operasyona ku li herêma Dêrazorê li hember DAIŞê dihat lidar xistin de di pêvçûnê de gihişt asta şehadetê. Rêhevalê me Şervan jî, li Hesekê di encama qezayê perwerdehiyê de gihişt şehadetê.

Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne:

 

 

Nasnav: Roj Şengal

Nav û Paşnav: Seyf Ibo

Navê dayik: Fehîme

Navê bav: Mihemed Xelef

Cîh û dîroka şehadetê: Dêrazor – Dişîşa | 16 Kanun 2021

 

 

Nasnav: Şervan Şedadê

Nav û Paşnav: Efram Qasim Sevmê

Navê dayik: Tiyadora

Navê bav: Qasim

Cîh û dîroka şehadetê: Hesekê | 9 Kanun 2021

 

Em di şexsê Şehîd Roj û Şehîd Şervan de tevahî şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîr tînin û ji malbatên şehîdên xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 18 Kanun 2021