Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin

Ji çapemenî û rayagiştî re

Yek ji sala herî dijwar têkoşîna me ya li dijî rêxistina terorî û çete a DAIŞ’ê sala 2014’an bû. Di vê salê de ji herêma Cizîrê heya herêma Firatê li gund û navçeyan heta li bajaran şerê sînge sîng hatin meşandin. Yek ji bajarê ku bi berxwedanîya xwe hat nasîn û lehengiyên mezin hatin jiyîn, bajarê Serêkaniyê bû. Her çiqas ji ber şert û mercên herêmê ku şer kêm nebû jî me hewldanek mezin da ku rêhevalên xwe yên ku şehîd ketin nasnameyên wan bi gelê xwe ra parve bikin. Rêhevalê me Diyar yek ji wan lehengan e, di vê salê de li hember çeteyên DAIŞ’ê şer kir û şehîd ketibû.

Bajarê Serêkaniyê hertim li hember êrîşên dagirkeran li ber xwe daye û ji bo azadiya xwe çi dibe bila bibe her tişt daye ber çavan. Rêhevalê me Diyar ji bajarê Serêkaniyê ya welatparêz ji dayik bû û bi çanda berxwedan û girêdana xwe ya xakê mezin bû. Di sala 2011’an de agirê şoreşê ku di serî de li Kobanê û pişt re li bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê hat pêxistin, di demeke kurt de li bajarê Serêkaniyê ew agir mezin bû û keç û xortên ciwan, însanên me yên dilê wan ji bo azadiyê diavêt bûn xelekek ji agir ku parastina nirxên şoreşê bikin. Rêheval Diyar yek ji şervanên destpêkê yê hêza me û parêzvanê Şoreşa Rojava ye. Li gor şert û mercên wê demê derfetên me her çiqas kêm bûn jî di vîn û rûh de yekîtîyek hat avakirin û li ser vê esasê me li hember dagirkerên hov li ber xwe da. Piştî rizgarkirina Serêkaniyê ji çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, di sala 2013’an de êrîşên Cebhet El-Nûsra û 2014’an de jî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser bajêr û gundewarên wê kêm nebûn. Rêhevalê me Diyar di vê salê de êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên berfireh li ser hemû eniyên me yên şer pêk dihat de bi awayekî çalak cihê xwe di çeperên berxwedanê de girt, bi lehengî şer kir û gihîşt şehadetê.

Rêhevalê me Gîvara Efrîn li herêma Helebê erk û berpirsyartiyê xwe pêk dianî. Di 19’ê Sibatê de dema li ser erka xwe bû, di encama qezayekê de gihîşt şehadetê.

Rêhevalê me Gîvara, li xaka pîroz a Efrînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû ku bi welatparêziya xwe tê nasîn, bi çanda xwe ya Kurdayetiyê xûrt e. Rêheval Gîvara jî bi vê çanda gelêrî a gelê me kesayetek ava kir. Bi şoreşa Rojava re mejiyê gelê me de ev tişt hat çandin ku çi dibe bila bibe şoreşa ku bi salan li ser keda bi hezaran lehengên vî gelî çêbûye, bê parastin. Rêheval Gîvara li ser esasa parastina nirxên şoreşa me ya pîroz tevlî nav refên YPG’ê bû. Hevrêyê me ku perwerdeya birdozî û leşkerî ya bingehîn bi serkeftî qedand, ji bo bibe pisporê çekan perwerdeya çekên giran jî bi serkeftî xilas kir û berê xwe da çeperên şer yên berxwedanê. Di sala 2016’an de li hemberî êrîşên qirkirinê yên çeteyên DAIŞ'ê, ji bo parastina gelê me berê xwe da herêma Şehbayê û tevlî pêngava rizgarkirina Şehbayê bû. Rêhevalê me Gîvara ku di têkbirina çeteyên barbar de xwedî roleke mezin bû, wezîfeya xwe ya parastina gelê me ji êrîşên qirkirinê bi serkeftî bi cih anî. Rêheval Gîvara li gelek qadan ma, kedek mezin da şoreşê. Bi jêhatîbûn û kedkariya xwe, pêşengî ji hevrêyên xwe re kir, bi rengekî çalak tevlî karên jiyanê bû. Herçi qas şehadetên rêhevalên me yên bi vî rengî me xemgîn bike jî di dawiya dawî de giyanên nemirên me wê di têkoşîna me ya azadiyê de hertim bi me re bin û bên jiyandin.

Nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wiha ne;

 

 

Nasnav: Diyar Serêkaniyê

Nav û Paşnav: Elî Omer

Navê Dê û Bav: Şaha / Ebdulwehab

Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / 28’ê Gulana 2014

 

 

 

Nasnav: Gîvara Efrîn

Nav û Paşnav: Îmad Mihemed

Navê Dê û Bav: Hûriya / Sîdo

Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb / 19’ê Sibata 2023

 

Rêhevalên me Diyar û Gîvara wek bi hezaran nemirên me ji bo parastina nirxên şoreşê û azadiya gelê me erk û berpirsyartiyên pêşengiyê bi cih anîn. Di serî de malbatên hêja yên van rêhevalên me  û ji gelê me yê welatparêz re em sersaxiyê dixwazin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023