Em rêhevalên xwe Gelî û Amed ku temsîla fedakariyê bûn bi rêzdarî bibîr tînin

Ji çapemenî û raya giştî re

Têkoşîna şoreşê ya Bakur Rojhilatê Sûrî û Rojavayê Kurdistanê, di encama pêngavên dîrokî ya berxwedaniyê de îro li pêş çavê gelên cîhanê qehremantiyekî destanî ya mînaka wê nehatiye dîtin derxistiye holê. Ev destanên qehremantiyê bi hêviyên azadiyê ya gelê me ve bû yekpare û bi xeyala welatekî azad ve tacîdar bû. Zarokên mêrxwas yên gelê Kurdistanê di oxira pêkanîna vê xeyalê mezin de canê xwe bexişandin, di dilê gelê me û mirovahiyê de cihekî mezin girtin.
Rêhevalên me Gelî û Amed jî di vê destana qehremantiyê ku li beramberî dagirkerî, her cure paşverûtî, faşîzm, qirkirin û DAIŞê ku bûbû bela serê hemû cîhanê, hat dayin de  navên xwe di dilê gelê me de nivîsandin.
Li Rojavayê Kurdistanê di pêvajoya ku komên çeteyan bê serûber tevdigeriyan, El-Nusra, DAIŞ û herî dawî jî dagirkeriya Tirk êrîşî nirxên gelê me dikirin, di  şerê berxwedanê ya li hember van çeteyan de rêheval Gelî û Amed bi rihê seferberî tevlîbûbûn û herî dawî di şerê berxwedaniyê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker de gihiştibûn asta şehadetê. Ew, di her bostekî axa Kurdistanê de li dijî dijmin têkoşeriyekî bêhempa nîşan dan, fedakartiyên xwe raber kirin û vê şerê rûmetê bi fedayiyane meşandin.
Rêheval Gelî bi destpêkirina şoreşê ve li Til Hemîs, Girê Spî, Ceza, Rabia, Şengal û Serêkaniyê, li dijî çeteyan, di sengerên herî pêş de şer kirinê ve qehremantiya xwe nîşan da û wekî şervan û fermandarekî xwe her tim bi serkeftinê ve girêda. Di berxwedana Girê Spî de, di çeperên herî pêş de cihê xwe girt. Rêheval Gelî bi hezkirina kûr a gel û rêhevaltiyê ve her tim bû çavkaniya kêfxweşiyê. Ti fedakartiyekî ku ew ji bo gel û hevalên xwe neke tune bû.  Rêheval Gelî bi wan taybetmendiyên xwe ve di mêjî û dilê rêhevalên xwe de cihê xwe girt. Rêhevalê me Gelî ku ji ling, mil û çavê xwe birîndar bûbû ti caran van wekî astengiyekî li pêş şer nedît û li dijî dijmin şerkirinê her tim ji bo xwe wekî erkekî bingehîn dît û bi vê awayî tevgeriya.
Rêhevalê me Amed jî bi sekna xwe bû sembola kedkariyê. Di hemû xebatên ku dimeşand de, her tim bi baldariyeke mezin nêz dibû. Kûrahiya ku di hestan de jiyan dikir, di rêheval Amed de kesayetekî kûr avakiribû. Bi hestên şoreşgeriyê ve di kesayeta xwe de şervantiya azadiyê ava kiribû. Rêhevalê me Amed ku cihê xwe di Berxwedana Serdemê yê Efrînê de girt, bi sekna xwe ya bicoş û kelecan ve di dilê gel û hevalên xwe de wekî qehremanek ku ti carî neyê jibîrkirin, cihê xwe girt.
Em, her du zarokên mêrxwas yên Kurdistanê ku, xwedî li nirxên pîroz yên gelê me û Rêbertiya me avakirî derketibûn û bi vê awayî nêzî erk û berpirsiyartiyên xwe bûbûn, bi mînnet û birêzdarî bibîr tînin û  di serî de li pêşberî malbatên hêja yên şehîdên xwe û tevahî gelên xwe, soza serkeftinê ku me da şehîdên xwe dubare dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG

11 Mijdar 2021