Em rêhevalên xwe Dilxwaz û Hisên bi rêzdarî bi bîr tînin

Ji gelê me û rayagiştî re

Di 3’ê Kanûnê de li ser rêya Amûdê nêzî gundê Raya balafira keşfê a dewleta Tirk a dagirker seyareyeke a ku 2 hevrêyên me têde bûn, kir hedef. Di encama êrîşê de hevrêyên me Dilxwaz Agir û Hisên Mamed şehîd ketin.

Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya konsepta ku serî de qirkirina gelê Kurd û gelên azadîxwaz a herêmê kiriye hedef bi salan e êrîşên cûrbicûr li ser axa me pêktîne. Ji sala 2021’an ve êrîşên xwe bi zêdetir bi balafirên keşfê hem şervan û hem jî gelê me yê sivîl dike hedef û êrîşan lidar dixe. Ji 19’ê şeva Mijdarê ve jî bi seranserî axa Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi balafirên şer û keşfê bûye hedefa dewleta Tirk a dagirker. Hinceta van êrîşan bi temamî li ser mayîn û berdewamîya îqtîdara AKP û MHP’ê ye. Êrîşa dawî a li ser seyareya hêza me jî di vê çarçoveyê de ye.

Rêhevalê me Dilxwaz Agir û Hisên Mamed ji deverên cûda ên xaka Kurdistanê bûn, li ser armanca azadîya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin gel hev û bûn têkoşerê gelê xwe. Li hember gel û dîrokê xwe berpirsyar dîtin û ji bo azadîyê barê giran ê şoreşê girtin li ser milên xwe. Her du hevrêyên me yên hêja ku mêrxasên gelên me ne, di jiyana xwe ya şoreşgertiyê de di her şert û mercê de ji her karê re amade bûn. Erk û berpirsyartiyên xwe li hember gel û dîrokê bicîh anîn. Şehadeta her du hevrêyên me wê di têkoşîna me ya azadiyê de hêz bide me û armancên wan hevalan da ku pêk bînin emê bi têkoşînekê hîn baştir û xurttir bidin meşandin.

Nasnameya pakrewanên me wiha ye;

 

 

Nasnav: Dilxwaz Agir

Nav û Paşnav: Osman Mutlu

Navê Dayikê: Salîha

Navê Bav: Sekvan

Cih û Dîroka Şehadetê: Amûdê / 3’ê Kanuna 2022

 

 

Nav û Paşnav: Hisên Mamed

Navê Dayikê: Necah

Navê Bav: Elî

Cih û Dîroka Şehadetê: Amûdê / 3’ê Kanuna 2022

 

Em di serî de ji bo malbatên hêja yên şehîdên xwe û ji bo gelê xwe sersaxiyê dixwazin.

 

Navenda Ragihandina YPG | 10’ê Kanuna 2022