Em rêhevalê xwe Mihemed Dede bi rêzdarî bibîr tînin

Ji gelê me û çapemeniyê re

Rêhevalê me Mihemed Dede ku li herêma Helebê erk û berpirsyartiyê xwe pêk dianî, ev demeke bi nexweşiya penceşêrê re têdikoşiya. Di bin venêrîna bijîşkan dihat tedawîkirin lê roj bi roj nexweşiya wî giran bû û di roja 9’ê Adarê de tevlî karwanên şehîdan bû.

Li Rojavayê Kurdistanê ji bajar heta navçeyan, ji gund heta mezrayan; ji 7’ê heta 70’î salî mirovê ku ji fikr û bîrdoziya Rêber APO bandor nebe û xwe li gor vê fikr û felsefeyê jiyanî neke pir kêm e. Rêhevalê me Mihemed jî ji gundê Qitmê a navçeya Şera ya Efrînê hatiyê dinê, yek ji wan welatparêzê me ye ku xwe li gor birdoziya azadiyê a Rêber APO rêxistin kiriye. Di destpêkirina şoreşa Rojava re hîn zêdetir bi çalak tevlî xebatên rêxistinkirina civakê bûye. Di malbatê de kurekî wî jî tevlî YPG’ê dibe û di sala 2016’an de di pêngava rizgarkirina Şehbayê de cîh digre, di vê pêngavê de şehîd dikeve. Piştî şehadeta kurê xwe, hevrê Mihemed biryara xwe ya têkoşînê xurt dike. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê de erkê xwe yê welatparêziyê pêk anî, li hember êrîşan bêdeng nema. Li ser bilindkirina têkoşînê û hilanîna tola şehîdan sala 2019’an biryar da ku bibe şervanê gelê xwe û tevlî nav refên hêzê me bû. Heta kêliya dawî xwestek û hesreta wî ya vegera Efrînê hertim teze bû û li gor vê tevgeriya.

Em wek hevrêyên şehîd Mihemed, me soza ku daye hemû şehîdên xwe dûbare dikin ku her xwestekên wan, her armancên wan û her xewn û xeyalên wan heta pêk bê emê têbikoşin heta welatekî azad û mayînde. Di serî de em sersaxiyê ji malbata hevrêyê xwe yê şehîd re û gelê xwe yê welatparêz re dixwazin.

Nasnameya şehîdê me wiha ye:

 

 

Nav û Paşnav: Mihemed Dede

Navê Dayik: Xanim

Navê Bav: Nûrî

Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb / 9’ê Adara 2023

 

Navenda Ragihandina YPG | 11’ê Adara 2023