Em rêhevalê xwe Dilşêr Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin

Ji raya giştî û çapemeniyê ra

Rêhevalê me Yehya Xidir bi nasnav Dilşêr Efrîn, di dîroka 10’ê Puşpera 2023’yan de di encama êrişa balafira keşfê ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd ket. Rêheval Dilşêr ji pêkhateyên Ereb yê bajarê Efrînê ye. Malbata hevalê me welatparêzên qedîm yên li herêmê ye û di nav şoreşa Rojava de wek malbat tevlîbûyînek xurt çêkirine û berdêlan dane. Rêheval Dilşêr, di destpêka Şoreşa Rojava de, dema çirûska şoreşê nû pêketibû û hêdî hêdî belav dibû li Rojavayê Kurdistanê, di sala 2012’an de, tevlî nav refên me bû.

Rêheval Dilşêr piraniya xwe li herêma Efrînê û Helebê ma û xebat meşand. Di sala 2013’an de li hember êrîşên çeteyan li ser Efrînê, cihê xwe di eniya pêş de girt. Di sala 2016’an de di pêngava rizgarkirina Şehbayê de jî bi awayek çalak cîh girt û li hember çeteyan tekoşîn da meşandin. Rêheval Dilşêr herî dawî dema ku dewleta Tirk a dagirker di sala 2018’an de êrîş bir li ser Efrînê, li hember leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker jî bêdeng nema û di eniya pêş de têkoşîn kir.

Rêheval Dilşêr zewicî bû û xwedî 2 zarokan bû. Çawa ku berpirsyartiya xwe li hember gel pêk anî, di heman demê de berpirsyartiya xwe li hember malbatê jî pêk anî. Li hember hevrêyên xwe dilnizm û di karê xwe da kedkar bû. Ji ber van taybetmendiyan di derdorê xwe de dihat hezkirin. Li hember erk û peywiran bêdudilî nêz dibû û çi pêwîst bû dikir. Fedakariyeke bêhempa raber kir û wê bîranînên wê di tekoşîna me de  hertim di bîra me da be.

Em sersaxiyê ji malbata hêja ya rêhevalê xwe yê şehîd û hemû gelê xwe yên welatparêz re dixwazin. Em di şexsê rêheval Dilşêr de hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin û soza serkeftinê dubare dikin.

Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye:

 

 

Nasnav: Dilşêr Efrîn

Nav û Paşnav: Yehya Xidir

Navê Dayik: Fatme

Navê Bav: Cuma

Cih û Dîroka Şahadetê: Heleb | 10’ê Puşpera 2023

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 12’ê Puşpera 2023