Em rêheval Hogir Narîn Botan bi rêzdarî bibîr tînin

Ji çapemenî û raya giştî re

Li roja 26ê Tebaxê, hevalê me Hogir Narîn Botan di encama nexweşiyê de, li Hesekê gihişt şehadetê.

Rêheval Hogir di malbatek welatparêz de ji dayik dibe. Di demek ku têkoşîna azadiyê li Rojava û Bakûrê Suriyê pêş diket, tevlî refên me bû. Heval Hogir bi taybetmendiyên xwe yên kedkar, fedakar û mutevazî dihat nasîn û di her kêliya jiyanê de ev sekna xwe parast. Rêheval Hogir heta kêliya dawî bi berpirsiyartiyek mezin tevli kar û xebatên şoreşê bû û erkên xwe bi azweriyek mezin bi cîh anî. 

Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye:

 

 

Nasnav: Hogir Narîn Botan

Nav û Paşnav: Abdulazîz Yeşîl

Navê dayik: Meryem

Navê bav: Tahîr

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 26 Tebax 2021

Em di şexsê rêheval Hogir de hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Navenda Ragihandin û Çapameniya YPG | 03 Îlon 2021