Ji çapemenî û raya giştî re
Rêhevalê me Agirî Qamişlo li roja 24ê Gulanê, di encama qezayê perwerdehiyê de gihişt şehadetê.
Rêheval Agirî li Qamişlo di malbatek welatparêz de ji dayik bû û di temenek ciwan de şoreşa Rojava nas kir. Bi hestên welatparêziyê mezin bû, wan hestan di kesayeta xwe de zivirand hêzekî û tev li refên şoreşê bû. Rêheval Agirî heta kêliya dawî erk û berpirsiyariyên xwe bi coşeke mezin bi cîh anî.
Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Agirî Qamişlo
Nav û Paşnav: Mahîr Elebdilah
Navê Dayik: Fatma
Navê Bav: Mihemed Salih
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê | 24 Gulan 2021
Em di şexsê rêheval Agirî de tevahî şehîdên azadî û demokrasiyê bi rêzdarî bibîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 28 Gulan 2021