Em hevrêyê xwe Cûdî Amanos bi rêzdarî bibîr tînin

Ji çapemenî û raya giştî re

Di 12'ê Tîrmehê 2022’an de, hevrêyê me Cûdî li herêma Helebê di encama qezayê de şehîd ket.

Hevrêyê me Cûdî ji bajarê Efrînê di nav malbateke welatparêz de mezin bû. Piştî dagirkirina Efrînê bi malbatê xwe re koçî herêma Şehbayê kir. Cihê ku lê dayik bûye û mezin bûye dema ku dibîne di dest dijmin de ye, ev yek bandoreke neyînî li ser çêdike lê hêrsa wî ya li hember dijmin zêdetir dibe. Di emrê xwe yê ciwan û di dema xwe ya kurt a di nav hêzê me da bi coşeke mezin tevlî kar bû. Hevalekî me yê zîrek bû, jiyan û xebatê de fedakar bû. Bûyerekê bi vî rengî me êşand û xemgîn kir. Emê bîranînên wê di nav têkoşîna xwe ya azadîyê de bidin jiyîn. Em di serî de ji bo malbatê şehîd Cûdî û ji hemû gelên xwe yên welatparêz sersaxiyê dixwazin û soza bilindkirina têkoşîna azadiyê dûbare dikin.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;

 

 

Nasnav: Cûdî Amanos

Nav û Paşnav: Can Osman

Navê Dayikê: Elmas

Navê Bav: Neşat

Cihê ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb | 12ê Tîrmehê 2022’an

 

Navenda Ragihandin û Çapemenîya YPG | 14ê Tîrmehê 2022’an